Şanda hevbeş a PDK û YNKê bi aliyên Iraqî re dicivin
Şanda PDK û YNKê li gel hêzên curbicur ên Iraqê civiyan û derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya federal de gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di berdewamiya civînên xwe yên li Bexdayê de, şanda her du aliyên sereke yên Kurdistanê PDK û YNKê li gel hêzên curbicur ên Iraqê civiyan û derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya federal de gotûbêj kirin.
Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro danê sibê li ofîsa Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê re civiya. Ew jî berî rojekê ji rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê.
Duhî jî, şanda hevbeş a Kurdistanî bi berpirsên pilebilind ên Tevgera Sedirî re civiya, herwiha ligel hevpeymaniyên Teqedeum “Pêşverû” bi serokatiya Mihemed Helbûsî û Hevpeymaniya Azim bi serokatiya Xemîs Xencer civiya.
Herwiha şanda hevbeş a Kurdistanê bi hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî re jî hevdîtin pêk anî.