Helbûsî û Xencer di çarçoveya gotûbêjên hikûmata nû ya Iraqê de digihin Hewlêrê
Helbûsî û Xencer di çarçoveya gotûbêjên hikûmata nû ya Iraqê de dê bi Serok Barzanî re bicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Parlametoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Azim Xemîs Xencer di çarçoceya guftûgoyên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de gihîştin Hewlêrê.
Piştî civîna kurt a protokolî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, biryar e ew şande bi Serok Barzanî re bicive.
Civîna vê şandeyê bi Serok Barzanî re, di çarçoveya gotûgbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û civîna yekem a Parlemantoya Iraqê de dibe ku biryar e sibe rûniştina xwe yekem pêk bîne.
Herwiha ev yek di demekê de ye, şandeke hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê ligel hêzên cuda yên Iraqê danûstandinan dike.