Li Sîdekan kevirê bingeha Nexweşxaneya Giştî hat danîn
Proje bi serperiştî û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê encamdan.
Hewlêr (K24) – Bi serperiştî û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê yekem car kevirê bingeha Nexweşxaneya Giştî li nahiya Sîdekan hat danîn.
Merasîma danîna kevirê bingeha nexweşxaneyê bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî û Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb birêve çû.
Projeya çêkirina nexweşxaneyê bi serperiştî û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê encamdan.
Budceya vê projeyê bi qasî 3 milyar û 442 milyon û 384 hezar dînar e û hewl didin di dema herî nêz de bikeve xizmeta welatiyan.