Li Qamişlo pêşxistina karê ENKSê hat gotûbêjkirin
Workşopek derbarê rêkxistina karên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) birêve çû.
Hewlêr (K24) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye workşopek derbarê rêkxistina karên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) birêve bir.
Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye Ebdulîlah Ûcê diyar kir ku ew dixwazin ligel nêzîkbûna kongreya ENKSê bizanin çawa encûmenê pêş bixin, di heman demê de bi rêya kesek pispor, guhertinan di karûbarên wê de bikin.
Di civînê de amadebûneke berçav a jinan jî hebû, Selma Silêman ku weke çalakvaneke jin kar dike, got; bi rêya vê workşopê dixwazin ji hemû aliyan ve ENKSê pêş bixin û astengiyên li ber vê encûmenê rakin.
Biryar e di naverasta îsal de ENKS kongreya xwe li dar bixe. Akademîsyen Ferîd Sedûn ku di workşopê de beşdar bû, rexne li hin karên ENKSê girt û diyar kir; divê kêmasiyên Encûmenê werin naskirin, pêwîstiya desteyên ENKS bi rêkxistineke zêdetir û bi kesên pispor heye.
Ev workşop bi dirêjahiya sê rojan dê berdewam bibe û 22 kes ji nûnerên partiyên ENKSê, rêxistinên sivîl û jinan û çalakvanên siyasî di workşopê de beşdar in.