Peresterekî Heyva Sor a Kurd li kampa Holê hate kuştin

Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê perestekî Heyva Sor a Kurd di nava kampa Holê de kuşt.

Heyva Sor a Kurd ragihand, du endamên DAIŞê bi navê nexweşiyê derbasî nava xala Heyva Sor a Kurd di nava kampa Holê de bûn û gule peresterê wan Mihemed Mihemed reşandin

Endamê Heyva Sor Mihemed Mihemed ji xelkê taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye û bavê 2 zarokan e.

Heyva Sor piştî bûyerê xalên xwe di nava kampê de bi temamî ji endaman vala kir.

Kampa Holê li Heseke ye û dora 60 hezar kesî lê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne. Ev kamp wek metirstirîn kamp tê hejmartin û li gor zanyariyan di sala 2021ê dora 80 kesî lê hatine kuştin.

Ji dema ragihandina jinavbirina DAIŞê di Adara 2019an de, Rêveberiya Xweser daxwazê ji welatên pêwendîdar dike ku welatiyên xwe yên di zindan û kampan de girtî vegerînin, yan jî dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina terorîstan li Sûriyê ava bikin. Lê ti alî bersiva daxwazên wan nade.