Partiyên siyasî banga nasîna mafê zimanê Kurdî dikin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl bi awayekî bêbanvber banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî dikin
Diyarbekir (K24) – Partiyên siyasî bangên xwe yên bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî û bijartina dersa bijare ya zimanê Kurdî didomînin. Herî dawî jî Partiya Doza Azad HUDAPARê û îyî Partiyê bang kirin ku mafên derbarê perwerdeya zimanê kurdî de werin nasîn û di saziyên fermî de qada bikaranîna zimanê Kurdî berfirehtir bibe.
Piştî ku di 3ê Rêbendanê de pêvajoya bijartina Dersa Bijare ya Zimanê Kurdî dest pê kir, partiyên siyasî û saziyên sivîl bi awayekî bêbanvber banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî dikin ku dê pêvajoya bijartina Dersa Bijare Ya Zimanê Kurdî 21ê Rêbendanê de bi dawî bibe. Di vê mijarê de bangek jî ji Îyî Partiyê hat ku Serokê Îyî Partî Yê Şaxa Diyarbekir Vecdîn Ensarîoglû anî zimên divê mafên ziman ku ji aliyê civakê ve jî daxwazek serekeye were nasîn û pêwîst e di zimanê Kurdî di gelek qadan de bêhtir were bikaranîn û Saziya Geştên Asîmanî Ya Tirkiyeyê jî bo vê rewşê wek mînak nîşan da û bal kêşand ku eger ingilîzî heye, çima Kurdî nîne.
Serokê Îyî Partî yê Şaxa Diyarbekir Vecdîn Ensarîoglûj ji K24ê re got: “Derse Zimanê Kurdî mafek rewa ye û em piştgiriya vî mafî dikin. Derfetên bikaranîna zimanê kurdî û derfetên perwerdeya zimanê Kurdî li gorî daxwazên civakê dikarin werin berfirehtirkirin jî. Wek mînak, bila di firokeyên rêwiyan bi zimanê Kurdî jî anons werin kirin. Çima ingilîzî heye lê bi Kurdî nîne.”
Derbarê Bijartina Dersa Bijare ya Zimanê Kurdî de bangek jî ji Partiya Doza Azad HUDAPARê hat HUDAPAR dibêje divê zarok bikaribin bi awayeke hêsan fêrî zimanê xwe jî bibin û fêrî ola xwe jî bibin. Serokê HUDAPARê yê Şaxa Diyarbekır Farûk Dînç balê dikêşe eger zarok nekaribin xwe bi zimanê xwe îfade bikin ev yek dê bo dewletê bibe şermek mezin.
Serokê Huda-Parê yê Şaxa Diyarbekir Farûk Dînç dibêje: “Huda-Par dibêje divê zarok hem ola xwe hem zimanê xwe fêr bibin. Em li Kurdistanê de dijîn û zimanê dayîka me gelek hêja û girîng e. Ji ber wê bila zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibînin. Ev bo me ne beşse, bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî jî. Heke îro ez nikarim xwe bi zimanê xwe baş îfade bikim ev ne şerme min e, ev şerma dewletê ye.”
Pêngava Çaksazî û Çavdêriya Perwerdeyê Ya Diyarbekir DÎERG jî bang kir ku êdî divê Dersa Zimanê Kurdî ji dêvla ku wek dersa bijare were dayîn, divê wek dersa mecburî were dayîn û di heftiyê de jî divê herî kêm 2 demjimêran were dayîn.