Bangên bo bijartina Dersa Zimanê Kurdî didomin
Partiyên siyasî dibêjin, mijara ziman, mijarek ji siyasetê mezintir e û divê hemû partî û rêxistin bi vê berpirsiyariyê tevbigerin
Diyarbekir (K24) – Helmeta Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî ku kariye hemû partî û rêxistinên kurdan li ser yek mijare bîne cem hev didome. Nivîskar û siyasetmedar dibêjin divê her malbatek Kurd mala xwe jî bike wek dibistaneke Kurdî.
Bangên bo bijartina Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî didomin û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li gorî derfetên xwe bi helmetan piştgiriya pêvajoyê dikin. Bang tê kirin ku malbat di warê xwedîlêderketina zimanê Kurdî însiyatîfê werbigrin û hişmendiya ziman nîşanî zarokên xwe jî bidin. Di vê çarçoveyê de Nivîskar Recep Dildar jî bang li malbatan dikin ku bila her malbatek Kurd malên xwe bikin dibistanek a Kurdî û her çiqas derfetek biçûk be jî bila Dersa Bijarte Ya Zimanê Kurdî bo zarokên xwe bibijêrin.
Nivîskar Recep Dildar ji K24ê re got: “Li gorî şert û mercên îro divê zarokên me herin Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî bibijêrin. Da ku zarokên me bizanin zimanê me ne tenê zimanê nav malê ye, zimanê me dikare bibe zimanê fermî, bila ji zimanê xwe fedî nekin, bila bizanibin zimanê Kurdî di nava zimanên cîhanê de xwedî ciheke girîng e.”
Partiyên siyasî jî balê dikêşin ku mijara ziman, mijarek ji siyasetê mezintir e û divê hemû partî û rêxistin bi vê berpirsiyariyê tevbigerin. Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistan PAKê Hanîfî Tûran dibêje ew qasî derfetên xwe li dibistanan digerin û derbarê pêvajoyê de agahîyê ji rayedaran distînin û daxwaza piştgiriy’ê dikin.
Endamê Lijneya Rêveberiya PAKê Hanîfî Tûran dibêje: “Em bang li gelê xwe dikin ku Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî bibijêrin da ku ev yek dê gelek tiştêk baş bi xwe re bîne. Bi vê gavê dê millete Kurd hêdî hêdî bi xwe ve were, wê şikestina ji dema xendeqan ve maye ji holê rake. Pêdiviya millete Kurd serkeftinek biçuk heye.”
Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê li Tirkiye 1 Milyon û 112 Hezar û 305 mamoste hene û ji van mamosteyan 79 mamoste tenê bo Dersa Zimanê Kurdî hatine peywirdarkirin û bang tê kirin ku eger serîlêdana bo Dersa Zimanê Kurdî zêde be dê ev yek bi xwe re zêdebuna peywirdarkirina Mamsoteyên Zimanê Kurdî jî bîne.