300 çeteyên DAIŞê xwe radestî HSDê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, li Hesekê 300 çekdarên DAIŞê xwe radestî hêzên HSDê kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxwiyaniya de da zanîn, hêzên HSDê duhî sibê demjimêr 05.00 avêtin ser yek ji avahiyên girtîgehê ku ev çete tê de bûn û nêzîkî 300 çeteyan xwe radestî hêzên me kirin.
Diyar kir jî, oparasyonên wan li gor plana hatiye danîn berdewam e.
Di daxuyaniyê de hat jî, “Hêzên me û Hêzên Asayişê bi operasyona paqijikirina taxa Giwêran û vedûketina şaneyên terorîst ên piştgirî dane çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehê, dewam dike.”
Amaje bi wê jî da: “Hêzên me ji ber hebûna sivîlan li herêmê, asteke bilind a hişyarî û hestiyariyê nîşan didin ku li hinek xalan weke mertalên zindî ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn.”
Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkere kir jî, Di şerê bi şaneyên DAIŞê re, 8 terorîstên hatin kuştin. Herwiha şervanekî HSDê jî canê xwe ji dest daye.
Şeva 20/1/2022an hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser girtîgeha Hesekê. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de canê xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin. Hîn jî şer û pevçûna navbera wan berdewam e.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber rewşa li Hesekê û şerê di navbera çekdarên DAIŞê û HSDê de, 45 hezar kes ji taxên derdora girtîgehê ji malên xwe derketine û derbider bûne.