Dayîkek li Hesekê: Ciwanên Şoreşger kurê min revandin
Tevî ku çend caran ji tevgerê pirsa kurê xwe kirine, lê ti bersiv nedane malbatê.
Hewlêr (K24) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dayîkekê diyar kir ku zarokê wê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û daxwaza berdana kurê xwe dike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ku rêxistineke nêzîkî PKKê ye, li bajarê Hesekê zarokekî 15 salî yê bi navê Mihemed Azad Hesen revandin û çarenûsa wî ne diyar e.
Dayîka Mihemed Azad Hesen ji K24ê re diyar kir; Tevgera Ciwanên Şoreşger kurê wê revandiye, tevî ku çend caran ji tevgerê pirsa kurê xwe kirine, lê ti bersiv nedane malbatê.
Dayîk eşkere dike; kurê wê Mihemed Azad Hesen ji roja çarşemê 26ê Çileya 2022yan ve hatiye revandin.