“Divê Kurd derfeta dersa bijare bi kar bînin”

Diyarbekir (K24) – Bo helmeta banga bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî siyasetmedarên ku bi salan li Bakurê Kurdistanê doza perwerdeya zimanê Kurdî kirine, dibêjin ti caran li Bakur boz iman yekhelwestîyeke wisa peyda nebibû û nivîskar jî hişyariyê didin ku bila ev maf baş were bikaranîn.

Helmeta Banga Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî bi hemû coş û kelecana xwe didome û siyasetmedar, nivîskar, hunermend û hemû beşên civaka Kurdî însiyatîfê werdigrin û banga bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî dikin. Siyasetmedarên Kurd balê dikêşin ku girîng û hêja ye ku li Bakurê Kurdistanê demek ku bişafitn belav buye de pêlek wisa neteweyî belav dibe. Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhay Okumuş amaje dike ku demeke dirêj bû ku li Bakur rewşek wisa derneketibû holê.

Cîgirê Serokê Giştî yê DDKD Abdulhay Okumuş ji K24ê got: “Ji sala 1978ê ve di nava DDKDê de ku cara yekem me daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî kir, ti caran evqasî hemû beşên civaka Kurdî de ev rewş derneketibû holê. Ev yek hêviyên me geş dike. Derfeteke girîng e. Bila malbatên Kurd vê derfetê bi kar bînin û jê nemînin.”

Nivîskar balê dikêşin ku dema zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin ev rek ji aliyê pedagojik ve jî bo xwendekaran baştir e. Nivîskar Mem Bawerê ku 10 sal in pirtukên zarokên ên bi Kurdî dinivîse bang dike ku bila malbat vê derfeta girîng bo zarokên xwe bi kar bînin da ku perwerdeyek bi qelîte bibînin.

Nivîskar Mem Bawer dibêje: “Eger derfeteke wisa destê me de hebe û mafek hiquqî be divê em bi kar bînin. Profesorek ku Makezagona Tirkiyeyê nivîsî bû gotibû; çiqas mafên we di nava pirtûka makezagonê de hebe bila hebe, eger hûn bi kar neynin dê di nava pirtukê de razayî bimîne, qasî ku hûn bi kar bînin wê mafê we hebe.”

Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedeyê ya tirkiyeyê de cih digire û bo polê 5, 6, 7 û 8ê tê dayîn ku dema serîlêdana waneya bijare jî bo heta 7ê sibatê hat dirêjkirin û îsal jî eleqeyek gelek zêde bo Weaneya Bijare ya Zimanê Kurdî heye.