Mamoste: Dema perwerde bi zimanê zikmakî be xwendekar bêhtir bala xwe didin waneyê
Pêvajoya serlêdana Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî didome.
Diyarbekir (K24) - Pêvajoya serlêdana Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî didome û heta 7ê Sibatê pêvajo berdewam e, di vê çarçoveyê de li aliyekê mamosteyên ku bi salan di dibistanên fermî de perwerde dane balê dikêşin ser giringiya perwerdeya zimanê zikmakî û li aliyekê jî rêxistinên mamosteyan dibêjin bi desthilat warê wergirtina mamosteyên Kurdî de li wan jî bişewire.
Helmeta Banga Bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî didome û ji hemu aliyên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bang tê kirin ku bila Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin û vê yekê bi bijartina Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî nîşan bidin.
Di vî warî de mamosteyên bi ezmûn dibêjin perwerdeya bi zimanê zikmakî girîng e. Mamoste Yahya Kamçi yê ku 22 sal in di dbistanên fermî de mamostetiyê dike û Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî jî daye dibêje dema perwerde bi zimanê zikmakî xwendekar bêhtir bala xwe didin waneyê.
Mamoste Yahya Kamçi ji K24ê re diyar kir: “Ev derfet bo gelê me gellek teybet e. Banga min li Kurdan ew e ku bila Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî bibijêrin. Eger vê derfetê baş bi kar neynin dê pêşerojê de êşa wê gelek were kêşan ku çand û zimanê Kurdî dê bikeve bin gefê de.”
Li aliyekê ji opozîsyon û desthilata Tirkiyeyê piştgiriya bijartina Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî tê kirin li aliyekê jî tê mereqkirin ku gelo dê bo waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî çend mamoste werin peywirdarkirin.
Rêveberê Sendîqeya Perwerdeyê EGÎTÎMSENê Mamoste Fesîh Zîrek dibêje divê di warê pêdiviya mamosteyan de desthilat li wan jî bişewire.
Fesîh Zîrek destnîşan kir: “Ji xwe her sal 1,2,3 mamoste bo zimanê Kurdî, bi zaraveyên wek zazakî û kurmancî tên peywirdarkirin ku 4 qat jî zêde bikin ti wateyê wê nîne. Eger di vê pêvajoyê de bihatana li me jî bişewirîna û di warê pêdiviya mamosteyên Kurdî de nêrînên me jî bistandan emê jî bi erênî nêzîk bibûna.”
Pêvajoya Bijartina waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî dê heta 7ê Sibatê bidome û xwendekarên ku di vê pêvajoya de Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî bijartine dê ji meha Îlonê pê de waneyê bistînin û ji ber vê yekê peywirdarjirina mamosteya ya meha tebaxê bo mamosteyên zimanê Kurdî gelek girîng tê dîtin.