Paraşûtvanê Kurd li esmanan bang li welatiyan kir: Dersa Kurdî hilbijêrin

Paraşûtvanê Kurd û Serokê Komeleya Firokevanî ya Sportîf a Bakur a Dêrikê û Tarik Ayebe li esmanan bang li welatiyan kir ku waneya bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Diyarbekir (K24) – Li Mêrdînê paraşûtvanê kurd Tarik Ayebe vê carê ji bo ku balê bikişîne ser hilbijartina dersa kurdî ya hilbijare firiya. Paraşûtvanê kurd li hewayê got; bila zarokên kurdan li dibistanan waneya kurmancî û zazakî hilbijêrin û li çand û zimanê xwe xwedî derkevin.

Xebatên piştgiriya waneya kurdî li erd û ezmanan berdewam dike. Paraşûtvanê kurd Tarik Ayebe ji ser Girê Erge Baba yê navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bi paraşûta xwe firiya û banga xwedîlêderketina hilbijartina dersa kurdî ya hilbijare kir.

Tarik Ayebe diyar kir: “Em niha li ser asîmanên Dêrikê difirin. Dersa kurmancî û zazakî hilbijêrin. Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ev maf daye. Kurd dikarin dersên kurmancî û zazakî hilbijêrin. Em jî ji asîmanan vê bangê dikin.”

Li gorî salên borî îsal eleqeya serîlêdan û xwedîlêderketina waneya kurdî ya hilbijare gelek berbiçavtir e berdewam dike. Ji her aliyên civakê welatî piştgiriya hilbijartina waneya kurdî dikin. Paraşûtvanê kurd Tarik Ayebe yê 48 salî jî bi vê çalakiya xwe 45 xulekan firiya û piştgiriya helmeta zimên kir. Tarik Ayebe got; mafê perwerdehiya bi kurdî mafeke rewa ye û divê welatî vî mafê xwe bikarbînin.

Ayebe destnîşan kir: “Ev mafekî rewa ye û Wezareta Perwerdehiyê ev maf naskiriye û ne qedexe ye. Hemû xortên ku di polên 5, 6, 7 û 8an de dixwînin dikarin serî li dersa hilbijare bidin. Em bang li dayîk û bav û xortan dikin ku xwedî li zimanê kurdî derkevin da ku neyê windakirin.”

Paraşûtvanê kurd dibêje; dê her piştgiriya hemû kar û xebatên pêşvebirina çand û zimanê kurdî bike. Heta 7ê Sibatê jî xwendekarên ku di polên 5, 6, 7 û 8emîn de dixwînin dikarin dersa kurdiya kurmancî û zazakî ya hilbijare bibijêrin.