Mûzîka elektronîk û serboriya dahêner Davîd Tudor

Stenbol (K24) – Koreografê Amerîkî Merce Cunnîngham, di sala 1968an de ji mûzîkjen û lêkolerê muzîkê Davîd Tudor daxwaz dike ku bo numayîşeke dansê stranekê hilberîne. Li ser vê daxwazê rêzexebatên “Raînforest” anku “Daristanên Baranê” dest pê dikin. Ev xebata ku heta niha bi şêwazên cûda li gelek deverên cîhanê hatiye pêşandan li Tirkiyê jî yekem car, bi sernavê “Raînforest 5 varyasyon 3,” niha li Stenbolê li Arterê, bo mereqdaran tê pêşandan. -Werin em bi hevre vê hunera serincrakêş temaşe bikin û guh bidin serboriya vê pêşangehê.”

Ev dengên ku em dibihîzin, her çiqas wekî dengên ji nav daristanekê xuya bikin jî lê ya rastî ji jûrekê tên. Ev amûr û kelûpelên ji hev ciyawaztir ku bi kebilan hatine daliqandin, bi girêdaneke elektronîkî û pergaleke taybet dengên ku tên e bihîstin bi rêya lerizînê yekser vediguhêze ser van amûr û kelûpelan û bi awayekî gelekî balkêş ji her deverên van kelûpelan mirov dikare van dengan bibihîze û hest pê bike.

Li cîhanê yek ji balkêştirîn pêşangeha dengên elektronîk “Raînforest” anku dengên “Daristanên Baranê” ku wekî mîrateke hunerî ji mûzîkjen, zanist, dahêner û yek ji serkêşên mûzîka elektronîkî Davît Tudor maye, ji sala 1968an û şûnde ye bi teknolojiyên nûjen û şêwazên cûda her tê pêşxistin û bi sernavê “Raînforest V (varyasyon 3) li Stenbolê, li Arterê di jûra bi navê Karbon de bo mereqdarên vê hunerê tê pêşandan. Pêşangeha ku ji destpêka amadebûna wê heta asta pêşandanê bi baldariyeke mezin tê sazkirin ji aliyê Kûrator û Endamê Rêveberiya Arterê Melîh Ferelî ve wiha tê terîfkirin:

“Wekî ku tê zanîn li pêşangehên hunerî nayê xwestin ku beşdar, destê xwe bidin berhemên hunerî. Lê ev pêşangeh berevajî vê, gazî we dike bo ku hûn berheman mist bidin, hembêz bikin, guh bidinê û hest pê bikin. Werin! Ligel paqjiyeke newaze, di nava dengên daristanê de medîtasyonê bikin û bikevin nav xeyalan; hûnê gelekî jê hez bikin.” 

Pêşangeha Raînforest yek ji wan encamên pêşxebatên Davît Tudor e ku dengên daristanên baranê bi kelûpelên cûr be cûr û teknîkeke ciyawaz raberî bîner û guhdaran dike. Di pêşangehê de nêzî 20 amûrên bermayî yên wekî şamandra, birmîl, beroş, guldank, rakêta bedmîntonê û hwd. bi awayekî daliqandî li vê qadê hatine belavkirin. Li aliyekê dengên ku ji berê de hatine tomarkirin li ser van amûran dilerizin û amûr jî yekser van dengan dîsa bi rêya lerizînê li derdorê belav dikin. Bi gotineke din dengên akustîk bi rêya mîkrofonê vediguherin dengên elektrîkê û bi rêya hoperlorê jî dengên elektrîk dîsa vediguherin dengên akustîk.

2 mûzîkjen û şagirtên Davît Tudor, John Drîscoll û Phîl Edelsteîn ku wekî dûfçoyên Tudor li aliyekê li ser pêşxistina pêşangeha Raînforest kar dikin li aliyekê jî bo ku ev huner bo nifşên nû bê veguhestin li ser perwerdehî û xebatên vê beşa mûzîkê berdewam in. Herwiha di proseya sazkirina pêşangeha Raînforest’ê de jî Drîscoll û Edelsteîn ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî zindî sazkarên pêşangehê jî arastekirin. Phîl Edelsteîn di ceribandineke ligel xwendkarên beşa Navenda Lêkolînên Pêşxistina Mûzîkê ya Zankoya Teknîkî ya Stenbolê de bo hilberandina dengên elektro-akustîk yên Raînforest wiha dibêje:

“Gava ku em li ser Raînforest difikirin divê neyê ji bîrkirin tiştê girîng ne dengê ku em li amûr û kelûpelan bardikin e; ya girîng, dengê ku ji van amûran derdikeve ye. Ji ber ku ev çavkanî, piştî barkirinê yekser li gor karakter û kapasîteya amûrên ku deng lê tê bar kirin diguhere.”

Pêşangeha Raînforest 5 varyasyon 3 di 6ê Sibatê de li Arterê bi dawî dibe lê belê bo kesên ku dixwazin van xebatan bişopînin, lêkolîn û pêşangehên bi vî awayî dê her berdewam bikin.