Li Diyarbekirê 914 plakayên taksiyan li benda aktîvkirinê ne

Hejmarek ajokarên taksiyên rêwitiyê ji ber ku plakayên wan ên karkirinê hatine rawestandin 10 sal in nikarin karê xwe bikin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê komek ajokarên taksiyên rêwitiyê ji ber ku plakayên wan ên karkirinê hatine rawestandin 10 sal in nikarin karê xwe bikin û didin zanîn ku her çiqas dadgehê wan mafdar dîtibe jî Parêzgarî û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê mafê wan radest nakin.

Li Diyarbekirê 13 sal berê îcazeya plakayên 914 taksiyên veguhestinê yên nav bajêr hatin rawestandin û ji ajokaran re hat gotin ku di pêşerojê de li gorî mezinbûna bajêr û pêdiviyan dê îcazeya plakayan dîsa werin aktîvkirin. Lê ev maf hîn jî nehatiye nasîn û ajokarên taksiyan daxwaza mafên xwe dikin.

Di vê çarçoveyê de ajokarên ku mexdûr bûne çalakiyan dikin û civînên çapemeniyê li dar dixin. Ajokar dibêjin ew dixwazin sozên ku ji bo wan hatine dayîn werin cîbicîkirin.

Emrullah Bakir ê ku ji sala 1990an ve ajokariyê dike ragihand ku di warê hiquqî de jî ew mafdar hatine dîtin û got: “Me serî li Dadgehê Rêveberiyê ya Herêmî da. Ji aliyê dadgehê ve em mafdar jî hatin dîtin. Lê mafên me nehatin radestkirin. Em mexdûr in.”

Li Diyarbekirê 1149 taksî niha bi awayeke aktîf kar dikin û ajokarên ku li benda aktîfkirina plakayên xwe ne jî dibêjin hijmara taksiyên niha bersiva pêdiviyên welatiyan nadin û pêdivî bi 500î zêdetir taksiyan heye.

Ajokar Mehmet Bulut tîne zimên ku ajokar tevî malbatên xwe di qeyrana aboriyê de ji rewşek xirap derbas dibin û dide zanîn ku hewlên wan hemû bê encam mane.

Mehmet Bulut ji K24ê re diyar kir: “Dixwazin bi îhaleyê malê me dîsa bidin me kirê. Malê me ye lê bi pere didin me. Temenê me mezin e. Em nikarin karek jî bikin.”

Ajokarên ku li benda aktîvkirina plakayên xwe ne bang li Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû kirin ku daxwaza ajokaran a hevdîtinê qebûl bike û guh bide û her wiha ajokar didin zanîn ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî ji Parêzgariya Diyarbekir xwestiye ku ev mijar were çareserkirin.