Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir
“Yekîtiya Nivîskarên Kurd di dirêjahiya temenê xwe de roleke girîng di xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî û tevgera ronakbîriyê li Kurdistanê dîtiye.”
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 52yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Yekîtiya Nivîskarên Kurd di dirêjahiya temenê xwe de roleke girîng di xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî û tevgera ronakbîriyê li Kurdistanê dîtiye.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya pêncî û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, pîrozbahiyên herî germ arasteyî endamên melbenda giştî û hemû endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd û nivîskarên Kurdistanê bi giştî dikim.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd di dirêjahiya temenê xwe de roleke girîng di xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî û tevgera ronakbîriyê li Kurdistanê dîtiye û her dem di qonaxên xwe yên cuda yên dîrokî de xwedî helwesta niştimanî bûye di mijara berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de.
Di vê boneyê de, bi rêz û pêzanînê ve, em hemû wan nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bi bîr tînin, ku bi nivîs û berhemên xwe û helwesta xwe ya niştimanî, di rêza pêş a dakokîkirina nasname û nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê de bûn.
Salvegera Damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li hemû nivîskarên Kurdistanê pîroz be û her dem serkeftî bin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê