“Emne Soreke” trajediyên bi hezaran Kurdan vedibêje
Navenda Nûçeyan (K24) – Muzexaneya “Emne Soreke” ya li bajarê Silêmaniyê çîroka zilm û zordariya rejîma Beis a li ser Kurdistaniyan vedibêje.
Hikûmeta Beis a Iraqê di sala 1979an de li bajarê Silêmaniyê avahiya Emne Soreke “Avahiya Ewlehiyê ya Sor” ava kir û piştre bû rêveberiya ewlehiyê (îstixbarat) ya rejîma Beis û tê de şoreşger û azadîxwazên Kurd dihatin girtin û eşkencekirin. Dîwarên avahiyê sor in û ji ber vê yekê wekî "Emne Soreke" tê zanîn.
Piştî raperîna sala 1991ê û damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev avahî bû muzexane. Muzexaneya “Emne Soreke” tê de çend beş li ser zilm û zordariya rêjîma Beisê ya li ser gelê Kurd hene.
Beşa girtiyan
Yek ji girîngtirîn beşên girtîgehê ye û ji du qatan pêk tê, tê de çend odeyên ji bo eşkenceya derûnî û laşî ya girtiyan hene.
Muzexaneya Berxwedanê
Di vê beşê de belgeyên têkildarî girtiyan, navên zêdetirî 5 hezar welatiyên ku hatine bidarvekirin û şehîdkirin, nameyên girtiyan ji malbatên wan re, wêneyên bidarvekirina bi komî ya ciwanên Kurd li kolanên bajêr û berhemên destan ên girtiyan hatine pêşandan.
Tunela Eynikan
Ew tunelek e ku 182 hezar neynik lê hene; ew jî sembola Enfala 182 hazar Kurdan ji aliyê rejîma Beisê ve ne. Neynik sembola pakî û bêgunehiya qurbaniyan e. Bi banê tunelê ve 4500 çira hene û ev hejmar jî, gundên ku ji aliyê rejîma Beisê ve hatine wêrankirina nîşan dide.
Beşa çandî
Tê de komek ji cil û bergên kurdî, xalîçe, şapik û çendîn cureyên çekan hatine pêşandan.
Beşa Koça Mezin
Piştî raperîna sala 1991ê, hikûmeta Beisê dîsa beşek ji Kurdistanê xist bin kontrola xwe. Kurdistanî jî bi nîşaneya redkirina desthilatdariya Beisê, bi awayekî girseyî ber bi sînorên Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê ve koçber bûn. Nêzîkî sê mîlyon kes beşdarî koçberiya girseyî bûn. Wêneyên koçberiya girseyî niha li beşa Muzexaneya Emne Soreke têne pêşandan.
Beşa Enfalê
Beşa Teqemeniyan
BeşA Şerê li Dijî DAIŞê
Di Muzexaneya Emne Soreke de, xizmetên wekî sînema, pêşangeh, kafe û pirtûkxane jî hene.