Platforma Demokrasiya Rezan daxwaza guhdana xelkê ji desthilatê dike
Diyarbekir (K24) – Bertekên hember bihabûnan li Bakurê Kurdistanê didomin ku gelek partîyên siyasî û rêxistinên sivîl bi daxuyaniyên hevpar bihabûnan protesto dikin. Li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevpar hat amajekirin ku bila desthilat dest ji eksa xwe berde û guh bide xelkê.
Li Diyarbekirê li navçeya navendî ya Rezan bi beşdariya saziyên sivîl û partiyên siyasî bo protestokirina bihabunan ji aliyê Platfroma Demokrasiyê Ya Rezan ve daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Beşdaran amaje kirin ku êdî xelk hatiye wê astê ku di peydakirina pêdiviyên jiyana rojane de jî dikevin tengasiyê. Berdevkê Platforma Demokrasiya Rezan Emrah Altun anî zimên ku divê desthilat çavê xwe li rewşa xelkê negire û guh bide civakê.
Emrah Altun ji K24ê re got: “Zilma ser gelê me her roj zêde dibe. Zam, zam, zam, gelê me êdî nikare bişixule karek peyda bike. Ser wê jî ev zam tên. Nava malbatê de dibe sedema pirsgirêkan. Bav nikarin daxwazên zarokên xwe bînin cih. Li ser Komkujiya bi salane tê kirin niha jî ev rewş hatiye. Em vê yekê qebul nakin.”
Beşdarên daxuyaniyê bangkirin ku ew saziyên ku berê fermî bûn û di bin kontrola dewletê de bûn û niha hatine firotin û bune saziyên teybet, bila dîsa werin fermîkirin da ku pêşî li bihabunên keyfî werin girtin. Cîgira Serokê Partiya Demokrat a Kurd Suheyla Bîngol amaje dike ku divê dewlet dest biavêje vê pirsgirêkêç
Suheyla Bîngol dibêje: “Em ji ber van zaman hatine vê derê. Em nikarin bihayê elektrîka xwe razînin. Em nikarin biçin bazarê. Her tişt asê buye. Elektrîka me qut buye. Vaye 2 meh in elektrîka me nîne.”
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku bihayên xaniyan, kirêyên xaniyan, bihayên sotemeniyê, bihayên xurekan, bihayê kehrebê bênavber bilind dibin û dema ev biha bênavber bilin bibin dê jiyana rojane asê bibe û civak vê yekê qebul nake, hat ragihandin ku eger daxwazên wan neyên cîbicîkirin dê çalakiyên xwe bidomînin.