Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat pîroz kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 69emîn salvegera damezrandina rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Herdu rêxistin, di dirêjahiya temenê xwe yê pir serwerî de roleke girîng û dîrokî lîstine û bûne dibistana gihandina çendîn serkirde û kadroyên hişyar, çi di qonaxa xebata li çiyayan û awareyî de û çi di serdema xwe ya azadî û hikumraniyê de.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di şêst û nehemîn salvegera damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyên herî germ li endamên herdu rêxistin û xwendekar û ciwanên Kurdistanê dikim, ku her dem pêşeng bûne di xebata rêxistinî de û roleke diyar di qonaxên cuda yên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û têkoşîna ji bo gihîştina mafên rewa yên gelê me de lîstine.

Herdu rêxistin, di dirêjahiya temenê xwe yê pir serwerî de roleke girîng û dîrokî lîstine û bûne dibistana gihandina çendîn serkirde û kadroyên hişyar, çi di qonaxa xebata li çiyayan û awareyî de û çi di serdema xwe ya azadî û hikumraniyê de.

Em hêvî dikin endamên her du rêxistinan, xizmetkirina xwe bidomînin û xebata medenî ji bo siberojeke baştir bo xwendekar û ciwanan berdewam bikin.

Ez hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo her du rêxistinan dixwazim û xwazyar im her dem weke pêşeng bimînin.

Mesrûr Barzanî

18ê Sibata 2022yan

Fly Erbil Advertisment