Li Bakurê Kurdistanê ji bo roja zimanê zikmakî çalakî tên lidarxistin
Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî, ji bo zimanê Kurdî rêzeçalakî tên lidarxistin.
Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî, ji bo zimanê Kurdî rêzeçalakî tên lidarxistin. Li Diyarbekirê li bazara Jinan ya Diyarbekirê berdilk û etîketên fêkî û sewzeyan hatin belavkirin.
Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER û Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê çalakiyên zimanê zikmakî, bi belavkirina etilketên fiyetan yên bi Kurdî û berdilkan dan destpê kirin.
Endamê Med -Derê Yusuf Gunduz, bal kişand ku her netewe bi zimanên xwe tên nasîn û pênase kirin û ji bo netweya Kurd jî zimanê Kudî wateya pênaskirina hebûna xwe ye. Loma jî divê xwedîlêderketina zimên bîreweriyeke mayînde be.
Yusuf Gunduz ji K24ê re diyar kir: “Îro em jî li hember polîtîqayên pişaftinê derdikevin û dixwazin ku zimanê Kurdî bikeve rojeva cîhanê û rojeva gelê Kurd jî. Bi rastî mebesta me vê nasandinê ye. Zimanê me hebûna me, nasnameya me û rûmeta me ye, yanî zimanê zikmakî neteweya me ye. Ji berk u her miletekî bi zimanê xwe tê nasîn û heger ziman nebe, netwe jî nabin. Em hêvîdarin ku gelê Kurd jî bi giştî, li herçar parçê Kurdistanê, dîasporayê û metropolên Tirkiyeyê li zimanê xwe û rûmeta xwe xwedî derbikeve.”
Piştî ku Hevserokê Med-Derê Rifat Ronî li destpêka bazarê bi daxuyaniyekê, mebesta çalakiyê ragihand, etîketên ku navê mêwe û sewzeyan li ser bûn û berdilkên hezkirina Kurdî hatibûn nivîsîn bo firoşkaran hatin belavkirin.
Firoşkarên li bazarê jî, bal kişandin ku her çiqas navê gişt sewze û mêweyan zanibin jî, navê hin ji wan jî nû fêr bûne.
Muslîme Kelekçîer diyar kir: “Bi Kurdî navê wê keskayî ye. Pirr biha bûye. Ji me re 2yî tê em jî didin 2.5. Em fedî dikin ji miletî re bêjin ev 2.5 e. Ev tere ye jê re dibêjin dêjnik ango reşad. Wekî din roqayê nizanim. Ji bexdenus re em dibêjin bexdenus. Ji marolê re dibêjin xas.”
Mihemed Aras jî got: “Navê prasayê bi Kurdî em nizanin. Dibêjin sîrim lê em dibêjin prasa. Xiyar, firingî, îsot, kundir, kelem. Bikaranîna kurdî gelek baş e, lê zarokên me bi kurdî nizanin. Divê em li Kurdî xwedî derbikevin.”
Hêjayî gotinê ye ku gelek bernameyên rêzeçalakiyên cuda reng bi mebesta roja zimane zikmakî li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê hatine amade kirin û li gel çalakiyên bazar û kolanan, dê çalakiyên hunerî, wêjeyî û folklorî jî bên lidarxistin.