Li Tirkiyê bihayê LPG hat zêdekirin
Bihayê gaza otomobîlan LPG 61 quruş hat zêdekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Sendîkaya Karsazên Enerjî, Petrol û Gazê (EPGIS) ragihand, ku li Tirkiye û Bakur Kurdistanê bihayê gaza otomobîlan LPG 61 quruş hat zêdekirin.
Sendîkaya Karsazên Enerjî, Petrol û Gazê (EPGIS) 1ê Adara 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 2ê Adara 2022ê û şûnde bihayê gaza otomobîlan LPG 61 quruş hatiye zêdekirin.
Piştî destpêkirina operasyona Rûsya bo ser Ukraynayê nirxê lêreyî tirkî li beramber dolar û diravên biyanî daket û vê yekê li Tirkiyê rasterast bandor li bihayê kelûpel, pêdiviyên sereke û bihayên petrolê kir.