CIA: Nêzîkî 4 hezar leşkerên Rûsî li Ukraynayê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkî (CIA) texmîn dike, di navbera 2 û 4 hezar leşkerên Rûsî de di şerê bi Ukraynayê re hatine kuştin.

Rêveberê CIA got: “Putîn hêrs û dilgiran e û dibe ku êrişa xwe zêdetir gur bike û hewl bide artêşa Ukraynayê ji nav bibe, bêyî ku guh bide qurbaniyên sivîl.”

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê jî, Cîgirê Yekem ê Fermandarê Artêşa 41 a Rûsyayê Sererkan Orgeneral Vitaly Gerasimov roja Duşemê hatiye kuştin.

Ukrayna dibêje hêzên wê zêdetirî 11 hezar leşkerên Rûsî kuştine, di heman demê de jî Rûsya tekez dike ku wê tenê nêzîkî 500 leşkerên wê ji dest dane.

Ev yek di demekê de ye, Rûsya ji îro Sêşemê ve agirbestek li navçeyên Ukraynayê ragihand, ji bo vekirina korîdorên ewle li çend bajarên Ukraynayê.

 

Fly Erbil Advertisment