Ji ber peyva "Kurdistan" derbarê Parlamentera HDPê de fezleke hat amadekirin

Bikaranîna peyva Kurdistanê dibe sedema daxwaza rakirina parêzbendiya parlamentereke HDPê.

Parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca
Parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca

Navenda Nûçeyan (K24) - Bikaranîna peyva Kurdistanê dibe sedema daxwaza rakirina parêzbendiya parlamentera HDPê Feleknas Uca.

Serdozgeriya Aydinê, derbarê Parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca de, bi hinceta bikaranîna peyvên Kurdistan û bajarên Kurdistanê, dosye amade kir û daxwaza rakirina parêzbendiya wê kir.

Serdozgeriyê îdia kiriye ku "bikaranîna peyvên Kurdistan û bajarên Kurdistanê di nav gel de hizrên neyartiyê pêk tîne".

Parlamentera HDPê Feleknas Uca Tîrmeha 2020an li Aydinê beşdarî çalakiyekê bûbû û gotibû, “me xwestiye li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyê xwe bigihînin dayîk û xuşkên xwe.”

Fly Erbil Advertisment