Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo cejna Ekîto

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna sersala nû ya Babilî Aşûrî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna sersala nû ya Babilî Aşûrî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya hatina sersala nû ya Babilî Aşûrî (Ekîto) pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im sala şadî û xweşî û aramiyê bibe ji bo Kurdistaniyan û cîhanê bi giştî.

Em di vê boneyê de careke din tekezî li ser girîngiya pêşvebirin û bihêztirkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin.

Cejna Ekîto pîroz be û ez hêvîdar im em hemû salê bi xweşî pîroz bikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê