Hikûmeta Herêmê perestgeh û şûnwarên Kurdên Êzidî nûjen dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Ewqaf ji bo nûjenkirina perestgeh û cihên olî yên Kurdên Êzidî dixebite.
Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Ewqaf ji bo nûjenkirina perestgeh û cihên olî yên Kurdên Êzidî dixebite û niha nûjenkirina perestgehan li Şêxanê dest pê kiriye.
Nûjenkirina Mezarê Pîrê Xoş Ava li navçeya Şêxan berdewam e û nêzîkî %90ê karên wî temam bûne, Rêveberê Karûbarên Êzidiyan diyar dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin li Êzidiyan dide.
Biryar e heta 10 rojên din nûjenkirina Mezarê Pîrê Xoş Ava temam bibe û were vekirin, peyrewên ola Êzidî serdana mezar dikin û hêvî û miraza xwe dixwazin.
Welatiyekî bi navê Mesûd Mehmûd li Şêxanê diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedr û qîmeteke mezin dide Êzidiyan û got: “Divê em Êzidî jî ev rêza ku Hikûmeta Herêmê dide me, bibînin, ku şûnwar û perestgehên me nûjen dikin.”
Endezyarê Projeyê Haşim Ebdal ragihand, mezarê Pîrê Xoş Ava yê li navçeya Şêxanê, bilindahiya qubeya wî 12 metre, paniya wê jî 5 metre ye, li ser rênimayên Encûmena Rûhanî hatiye avakirin, nûjenkirina wê jî di nava 10 heta 15 rojan de dê temam bibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Ewqaf planeke nû daniye ku mezar û perestgehên olî yên Êzidiyan werin nûjenkirin, Rêveberiya Karûbarên Êzidiyan a li Wezareta Ewqaf, vê planê cîbicî dike.
Di nava 3 salên borî de çendîn projeyên xizmetguzariyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo perestgeh û şûnwarên pîroz ên Kurdên Êzidî hatine cîbicîkirin, ji wan xizmetguzariyan Perestgeha Lalişê û hemû wan gund û deverên Êzidiyan.