Qereçiyên Duhokê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Herêma Kurdistanê bûye cihê aram ê hemû pêkhate û netewe û olên cuda, hejmareke mezin ji Qereçiyan li Herêma Kurdistanê niştecî ne.

Duhok (K24) – Herêma Kurdistanê bûye cihê aram ê hemû pêkhate û netewe û olên cuda, hejmareke mezin ji Qereçiyan li Herêma Kurdistanê niştecî ne û li parêzgeha Duhokê komelgeha niştecîbûnê ji bo wan hatiye terxankirin.

Qereçiyên Kurdistanê li çend bajar û bajarokan niştecî ne û piraniya wan kasibkar û xwedî pîşe ne, hinek kes ji wan re dibêjin "Husta" hinek ji qereçiyan jî xwe weke "Mukrî" didin nasîn. Her çi qas Qereçî kêm cihên wan diyar e, lê ji sala 2007an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê komelgeheke niştecîbûnê ji bo wan dabîn kiriye.

Yek ji Qereçiyên Duhokê yê bi navê Kovan Muhsîn ji K24ê re diyar kir: “Dabînkirina komelgeheke taybet ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo me, cihê dilxweşiyê ye.”

Yek ji Qereçiyên din ên Duhokê yê bi navê Haşim Hacî dibêje: “Beriya ku ji bo me komelgeheke taybet were dabînkirin, cihekî me yê diyar tune bû, em weke koçberan her carê li cihekî bûn.”

Avakirina komelgehekê ji bo Qereçiyên Duhokê, heta radeyekê jiyana wan guherandiye, weke deverên din, hikûmetê hemû xizmetguzariyan ji bo nişteciyên wê dabîn kiriye.

Muxtarê Komelgeha Rizgarî Yûnis Zahir ku komelgeha Qereçiyan e, got: “Li Herêma Kurdistanê cihê niştecîbûnê ji bo me hatiye dabînkirin û derfeta kar ji bo me hatiye pêkanîn, zarokên me mafê xwendinê li dibistan û zanîngehê heye û em dibin fermanber, em gelek spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanm dikin.”

Di 4emîn Kongreya Yekîtiya Navdewletî ya Qereçiyan a sala 1990î de ku li Polandayê birêve çû, 8ê Nîsanê weke Roja Cîhanî ya Qereçiyan hat diyarkirin.

Komelgeha Rizgarî ya Qereçiyan a li Duhokê di sala 2007an de hat avakirin, destpêkê ew 264 mal hebûn, niha nêzîkî 600 mal têde hene û 2 hezar û 600 kes dijîn.