10 birîndarên rûdana Kerkûkê hîn di nexweşxaneyê de ne

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Heta niha 10 birîndarên rûdana trafîkê ya bajarê Kerkûkê di nexweşxaneyê de mane, ku yek ji wan di bin çavdêriya giran de ye û yekê din jî li pişka şewitînê ye. Lêkolînên li ser wê rûdanê jî berdewam in û tenê kesek hatiye girtin.

Cîgirê Rêveberê Fermangeha Giştî ya Tenduristiya Kerkûkê Dr. Şaswar Elî îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Kurdistan24ê re zanyarên herî nû li ser rewşa tenduristiya ya birîndarên rûdana roja Yekşemê eşkere kirin.

Dr. Şaswar Elî di daxuyaniya xwe de ragihand: "Tu haletên din ên mirinê nehatine tomar kirin.” herwesa got: “Hejmara giştî ya birîndaran 31 kes bûn, lê 21 birîndar piştî wergirtina çareseriyê vegeriyane malên xwe.”

Rewşa birîndaran û parvebûna wan

Li gorî daxuyaniya Dr. Şaswar, rewşa birîndarên mayî bi vî rengî ye:

- 10 birîndar hîn di nexweşxaneyan de ne.
- Birîndarek ji ber giraniya birînan ji bo Hewlêrê hatiye veguhastin û du neştergeriyên pişt û lingan ji bo wî hatine kirin.
- Birîndarek di Nexweşxaneya Komarî ya Fêrkariyê de ye.
- 8 birîndar di Nexweşxaneya Azadî ya Fêrkariyê de ne (Yek ji wan li pişka şewitînê ye û yekî din jî ji ber xwînrêjiya serî di bin çavdêriya hûr de ye).

Lêkolîn û girtina gumanbaran

Li gorî şopandina Kurdistan24ê, lêkolînên li ser wê rûdanê berdewam in û heta niha tenê kurê şofêrê barhilgirê hatiye girtin û lêpirsîn ligel tê kirin û encama lêkolînan temam nebûye.

Li roja Yekşemê, 26ê Nîsana 2026ê, li bajarê Kerkûkê barhilgirekê ji ber leza zêde kontrola xwe winda kir û li 35 timbêlan xist. Di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabû, ku di nav wan de 4 jin, zarokek û şofêrê barhilgirê hebûn.