Li çend navçeyên Şingalê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket

PKK tevahiya riyên sereke yên tên bajarokê Xanesorê girtine

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahiya Giruzêr ya ser bi Şingalê ve, şer û pevçûn di navbera çekdarên PKKê û artêşa Iraqê de derketin.

Li gor zanyariyên K24ê, îro careke din şer û pevçûn di navbera çekdarên PKKê û artêşa Iraqê de li komelgeha Girzirk ya li nahiya Giruzêr ya li başûrê çiyayê Şingalê derketin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, ji bilî şerê li Giruzêrê, ji duhî ve şer di navbera çekdarên PKKê û artêşa Iraqî de li komelgeha Dugir, Sikînî, Bab Şilo û Um Dibyanê heye.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, PKK tevahiya riyên sereke yên tên bajarokê Xanesorê yê li bakurê Şingalê girtine û rêbend li kolanan danîne.

Her duhî jî, li komelgeha Dugirê şer û pevçûn di navbera PKKê û artêşa Iraqê de derketin û hejmarek ji leşkerên Iraq û bi otomobîlên wan ve ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin.

Fly Erbil Advertisment