Desteya Destpakiyê raporta sêyem a çaksaziyê şand Parlamentoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Weysî Mela Seîd ji K24ê re ragihand, Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê raporta sêyem a çaksaziyê ji Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re şand.

Weysî Mela Seîd aşkere kir, raport gihîştiye destê Desteya Serokatiya Parlamentoyê û wê jî ji komîteyên pêwendîdar re şandiye, ji bo bi wezaretên pêwendîdar re bicivin, da ku hêsankariyan ji bo cîbicîkirina yasayê bikin.

Yasaya Çaksaziyê ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû dariştin û ji aliyê Parlemanê ve hatibû pesendkirin, ji meha Sibata 2020an ve katiye warê cibicîkirinê.

Fly Erbil Advertisment