Dije Terora Kurdistanê: Di êrîşa terorîstên PKKê de du welatî şehîd bûn
“Di encama êrîşa mûşekî ya terorîstên PKKê de du welatî şehîd bûn û du welatî jî birîndar in.”

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di encama êrîşa mûşekî ya terorîstên PKKê de du welatî şehîd bûn û du welatî jî birîndar in.”
Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hat eşkerekirin: “Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, vê êvarê 26ê Gulana 2022yan, terorîstên PKKê du mûşek arasteyî gundê Eredna yê ser bi nahiya Bamernê ya navçeya Amêdiyê ya li parêzgeha Duhokê kirin, di encamê de du welatî şehîd bûn û du welatiyên din jî birîndar bûn.”