Li Çiyayê Qereçûx 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Çekdarên desteserkirî yên DAIŞê zanyarî dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çiyayê Qereçûx di operasyoneke hêzên Iraqê 13 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yeyha Resûl di daxuyaniyekê de eşkere kir, di çarçoveya rêze operasyonên li parêzgehên Kerkûk, Neynewa û Diyale, 13 çekdarên rêxistina DAIŞê di nav veşargehekê de li rêze çiyayên Qereçûxê yên li sînorê navçeya Mexmûrê hatin kuştin û çend veşargeh jî hatin wêrankirin.
Yehya Resûl diyar kir, êrîşa Çiyayê Qereçûxê bi piştevaniya hêzên esmanî û li ser zanyariyên îtîrafên çekdarên DAIŞê bû, ku beriya niha ji aliyê dezgeha îstixbaratê ve hatibûn desteserkirin.
Resûl destnîşan kir, di operasyoneke din de jî li Çiyayê Hemrîn yê li Diyale û li gundê Ewaşre yê Geliyê Zixêtûnê yê li parêzgeha Kerkûkê jî çend veşargehên çekdarên DAIŞê hatin armanckirin.
