Encûmena Wezîran ji bo gotûbêjkirina çend babetan de dicive
Rewşa sektora geştûguzarê li Herêma Kurdistanê û çend babetên din tên gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 5ê Hezîranê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî encam dide.
Li gor karnameya civînê ev babetên li jêr dê bêne gotûbêjkirin:
- Kurteyek derbarê beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê.
- Reşnivîsa dawî ya Tîma Çavdêriya Darayî ya Hevbeş a Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal.
- Raportek derbarê rewşa sektora geştûguzarê li Herêma Kurdistanê.
- Reşnivîsa projeyasaya (yekem sererastkirina yasaya parastin û çakkirina jîngehê li Herêma Kurdistanê - Iraqê)