Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li li Balyozê Romanya yê nû li Iraqê kir
Di civînê de tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dualî hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Romanya yê nû li Iraqê Radu Dobre kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoz kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê Romanyayê.
Balyozê Romanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan û firehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.