Serok Barzanî: Welatiyên Iraqê hêjayî dewleteke damezraweyî û aram in
Serok Barzanî: Piştî 2003 derfet hebû Iraq bikeve ser rêyeke dirust, lê belê mixabin sûd ji wê derfetê nehat wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6/6/2022an pêşwazî li Balyozê nû yê Romanya li Iraqê Radu Dobre kir.
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û asteng û kêşeyên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hatin kirin û Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku welatiyên Iraqê hêjayî dewleteke damezraweyî, xizmetguzar û aram in, piştî 2003 ew derfet hebû Iraq bikeve ser rêyeke dirust ve, lê belê mixabin sûd ji wê derfetê nehat wergirtin.
Her di vê hevdîtinê de, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Romanya hatin nirxandin, Balyozê Romanya amadehiya welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan, karên hevbeş û hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de derbirî.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Balyozê nû yê Romanya kir û hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwast.
