Dije Terora Kurdistanê li ser teqîna îro ya li Hewlêrê zanyarî belav kirin
Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, li Hewlêrê li nêzîkî Baregeha Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê bombeyek di otomobîlekê de hat teqandin û kesek birîndar bû.

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, li Hewlêrê li nêzîkî Baregeha Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê bombeyek di otomobîlekê de hat teqandin û kesek birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro duşemê 6ê Hezîrana 2022yan beriya nîvro, di encama teqîna bombeyeke barkirî ya bi otomobîlekê de li bajarê Hewlêrê li nêzîkî Baregeha Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê, kesek birîndar bû.
Herwiha hat diyarkirin: “Kesê birîndar şofêrê otomobîlê bû û navê wî Ekber Sefer Elmas e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 1973an de jidayîk bûye û endamê Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê ye.”
Dije Terora Kurdistanê eşkere kir ku lêkolînên dezgehên ewlehiyê derbarê vê bûyerê de berdewam in.