Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Hezîrana 2022an, serdana Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî jî serdana Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê kiribû û ligel wezîr û berpirsên bilind ên Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê civiyabû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di heyama borî de serdana Wezareta Navxwe û Wezareta Şarewanî kiribû û ji nêzîk ve rewş û karûbarên wan wezaratan şopandibû.