Bi fermana Serokwezîr li îdareyên serbixwe Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê tên vekirin

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li îdareyên serbixwe yên Soran, Zaxo û Raperîn, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê tên vekirin.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li îdareyên serbixwe yên Soran, Zaxo û Raperîn, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê tên vekirin.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sektora çandinî û çavkaniyên avê de, ji bo berjewendiya giştî ya welatiyan û hêsankarî û meşandina karûbarên welatiyan, li parêzgehan û li îdareyên serbixwe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryareke girîng der kir.

Herwiha eşkere kir, ji bo zêdetir girîngîdana sektora çandiniyê, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê li îdareyên serbixwe yên Soran, Zaxo û Raperînê, ser bi Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê tên vekirin.

Ev biryar di demekê de ye ku îro duşemê 13ê Hezîrana 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir û ligel wezîr Bêgerd Talebanî civiya.