Baregeheke YBŞê li Şingalê hat bombebarankirin

Di encama bombebaranê de ziyanên canî jî hene

Bombebarankirina baregeheke YBŞê li Sinûnê
Bombebarankirina baregeheke YBŞê li Sinûnê

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li nahiya Sinûnê ya li qezaya Şingalê hat bombebarankirin.

Li gorî jêderên xwecihî ji peyamnêrê K24ê re ragihandine, firokeyên Tirkiyê baregeheke YBŞê li Sinûnê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encamê bombebaranê de 6 kes hatine kuştin. 

Ji aliyê xwe ve, Dijeterora Kurdistanê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê li Şingalê bombebaran kir û bû de ziyanên canî û madî.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ser bi PKKê ve û baregehên wê li çend navçeyên Şingalê hene û di dema borî de alozî di navbera wê û artêşa Iraqê de derketibû û bû sedema koçberbûna hejmareke mezin ya xelkê ber bi Duhokê ve.