Desteya Tehrîr El-Şam ji du gundên Efrînê vedikişe

Hîn jî beşek ji hêzên Desteya Tehrîr El-Şamê li gundê El-Basûtê yê kom dibin, ku wesayîtên giran û tank jî ligel wan hene

Hêzeke Desteya Tehrîr El-Şam
Hêzeke Desteya Tehrîr El-Şam

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bi fermana artêşa Tirkiyê, Desteya Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra berê) ji hin gundên Efrînê yên kontrol kiribû, vekişiya.

Ji pêr ve Desteya Tehrîr El-Şamê hejmarek gundên başûrê Efrînê ji grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve kontrol kiribû, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpa Desteya Tehrîr El-Şamê bi fermana artêşa Tirkiyê ji gundên Eyn Dara û Gurzêlê yên li başûrê Efrînê vekişiya gundê xeta gundên Basût – Dêbelûtê.

Rewangehê diyar kir jî, hîn beşek ji hêzên Desteya Tehrîr El-Şamê li gundê El-Basûtê yê kom dibin, ku wesayîtên giran û tank li gel wan hene.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di şer û aloziyên du rojên borî de yên di navbera Desteya Tehrîr El-Şamê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de, 4 kesên sivîl hatin kuştin, di nava wan 2 zarok hene û 11 sivîl jî birîndar bûne ku di nava wan zarokek heye û rewşa birînên wî giran e.

Rewangehê amaje bi wê da, şer û pevçûnên nû di navbera baskên “Lêwaya Sêyemîn” bi serkêşiya Cebhe El-Şamiyê ji aliyekî û Tevgera Îslamî “Ehrar El-Şam” ji aliyekî din ve, li gundên Sûsiyan, Hedas û Ebla yên derdora bajarê Babê, li rojhilatê Helebê derketin.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, her car şer û pevçûn di navbera wan grûpan bi xwe de derdikevin û her car jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

 

Fly Erbil Advertisment