Li Diyarbekirê di cejnê de qada geştyariyê geş bû

Di Cejna Qurbanê de li Diyarbekirê geştiyar eleqeyeke baş bo bajêr nîşan didin.

Diyarbekir (K24) - Di Cejna Qurbanê de li Diyarbekirê geştiyar eleqeyeke baş bo bajêr nîşan didin û geştiyariyên ku serdana bajêr dikin di şunwarên dîrokî de demê xwe derbas dikin û dibêjin dîroka zindî ya Diyarbekirê bibandor e.

Di rojên Cejna Qurbanê de li Diyarbekirê geşbûna qada geştiyariyê xwe da der. Geştiyarên ku ji derveyî bajêr hatin ji serê sibê ve dest bi geşta bajêr kirin û pêşiyê berê xwe dan remza geşatiyariya Diyarbekir navçeya Sûrê û şunwarên wê yên dîrokî.

Piraniya geştiyarên ku cejnê de hatîn Diyarbekir cara yekem bû ku Diyarbekir dîtin û amaje kirin ku Diyarbekir bajarek wisa ye wekî ku mirov di nava dîrokê de geştê bike.

Geştyarek ji K24ê re ragihand: “Çara yekem e ku ez têm Diyarbekir. Min dizanî bajarek xweş e, lê min evqasî texmîn nedikir. Ji texmîna min xweşiktir e. Her derê Diyarbekir balkêş e û bibandor e.”

Geştyarekî din jî diyar dike: “ Ez bi malbata xwe re hatim ji bo li Diyarbekirê bigerim. Me li xanê taştê xwar, emê xwarinek din jî bixwin û vegerin Êlihê.”

Herwiha geştyarek jî dibêje: “Ez ji Îzmîrê hatim Diyarbekirê. Cara yekem e ez têm. Bi rastî bajarek taybet e, hêja ye, qedîm e. Baş e ku ez hatim. Emê têr bigerin û xwarinên wê yên xweş jî bixwin.”

Geştiyarnasên ku komên geştê ji rojavayê Tirkiyê tînin bajarên wek Diyarbekir, Riha û Mêrdînê dibêjin bo geştiyaran Mezopotamya erdnîgariyek cawaz û mîstîk e ku dema digerin kelecanek mezin cem wan petda dibe.

Geştyarnas Sabrî Şîmşek ji K24ê re ragihand: “Diyarbekir di sêgoşeya zêrîn a Mezopotamyayê de cih digire û navê Mezopotamyayê bi tena serê xwe bes e ku mirovan bikêşe vê derê. Piştî ku projeya 'Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê' dest pê kir em dibînin eleqeya geştiyaran zêdetir dibe. Di rojên wisa teybet de jî geştiyar dixwazin biçin deverên teybet. Diyarbekir jî gelek taybet e.”

Geştiyariya Diyarbekirê her ku diçe pêş dikeve û eleqeya geştiyaran jî zêdetir dibe ku li gorî 5 mehên pêşî yên 2021ê di 5 mehên îsal de eleqeya geştiyaran %51 zêde bûye.