“Xwendina Bilind” li Kurdistanê di nav 3 salan de gavên bi kalîte avêtin

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî kariye gelek destkeftan di warê pêşxistina zanîngehan û kêmkirina kirêya xwendinê bi dest bixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê kariye gelek destkeftan di warê pêşxistina zanîngehan, kêmkirina kirêya xwendinê û gihandina wê bo asta navdewletî de di heyama sê salan temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi dest bixe. 

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed ragihand, karê herî girîng yê wezareta wî, kêmkirina kirêya xwendina paralel û êvarê bi rêjeya ji sedî 45 e.

Got jî: “Di heyama sê salên borî de, wezareta me ji koma 14 zanîngehan, serokên 12 zanîngehên hikûmî guhertin. Li ser asta rêveberên fakulteyan jî guhertin çêbûn ku me nêzîkî 60 rêveberên fakulteyan guhertin û ev prose dê berdewam be.”

Diyar kir jî, wezaretê derfetên serkirdatiya akademî ji jinan re peyda kir, ta ku di rêveberiya saziyên xwendina bilind de beşdar bibin. Tekez kir jî ku sê jin weke serokên zanîngehan hene.

Wezîrê Xwendina Bilind da zanîn, kirêyên xwendina paralel û êvarê bi rêjeya % 45 û kirêya xwendina taybet bi rêjeya % 25 ji bo sala yekem de û % 20 ji bo salên di pişt re hatin kêmkirin û gelek bargiraniyên aborî li ser xwendekaran û malbatên wan sivik kir.

Got jî: “Yek ji karên din ên wezareta me, ragihandina 6 hezar kursî ji bo xwendekarên xwendina bilind wek dîplome, master û doktora ye û xwendina bêpere ji bo malbat û zarokên şehîdan. Her wiha me kursiyan ji xwendekarên Şingal, Kerkûk û Xaneqîn û navçeyên din ên Kurdistanî û herwiha ji koçberên Sûriyê re jî dabîn kirin.”

Aram Mihemed da zanîn: “Me karîbû piştgiriya darayî werbigirin ji bo cibicîkirina projeyên reforma xwendina bilind bi rêya bernameyên Yekîtiya Ewropî, bi taybetî bernameyên Erasmus û Erasmus Palace, ew jî bi hevkariya Yekîtiya Ewropî, bi armanca pêşxistina karînan û piştgirîkirina saziyên Xwendina Bilind bi 3 milyon Euro.”

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî got jî: “Xaleke din ku hêjayî gotinê ye, ew jî berfirehkirina rehenda navdewletî ya zanîngehên me ye, ji bo pêşxistina pêwendiyên zanistî û akademîk.”

Fly Erbil Advertisment