Batîfa.. Topeke artêşa Tirkiyê li xaniyê welatiyekî ket

Topeke artêşa Tirkiyê li xaniyê welatiyekî gundê Sûrya yê qezaya Batîfe ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê sînorê qezaya Batîfa ya ser bi Zaxo ve topbaran kir û topek li xaniyê welatiyekî sivîl ket.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, îro danê topeke artêşa Tirkiyê li xaniyê welatiyekî gundê Sûrya yê qezaya Batîfe ket û tenê ziyanên madî gihîşt wî xanî.

Ji aliyê xwe ve, Muxtarê Gundê Sûrya Bedel Murad ji K24ê re got: “Îro danê topek li xaniyekî gundê me ket û xweşbextane ziyanên canî nebûn û ziyan tênê madî bûn.”

Muxtarê Gundê Sûrya got jî: “Bi dûriya tenê 100 metroyî ji wî xanî, mizgeft û xaniyên din hene, ji ber wê rewşa tirs û xofê li nava gund derket.”

Ji ber şerê Tirkiye û PKKê de, ziyaneke mezin gihîştiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û ji çend salan ve hejmarek mezin ji gundan jî vala bûne.

 

 

Fly Erbil Advertisment