Bernameya mîhrîcana Dêrsimê hat betalkirin

Ji ber ku rê nehatiye dayîn ew bernameya xwe lidar bixin, bernameya mîhrîcanê betal kirine.

Diyarbekir (K24) - Lijneya amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê, li qada ber peykerê Seyîd Riza, da xuyandin ku ji ber rê nehatiye dayîn ew bernameya xwe ya mîhrîcanê ku bi şêwirandina hemû civakê amade kiribûn, lidar bixin û birêve bibin, bernameya mîhrîcanê betal kirine.

Biryar bû ku di 21ê Tîrmehê de 20emîn, Mîhrîcana Dêrsimê bê lidarxistin, lê lijneya amadekar ya mîhrîcanê, li ciyê ku mîhrîcan destpê bikira, daxuyaniyek belav kirin û ragihandin ku ji ber qedexeyên li ser hunermendan û hin çalakiyên mîhrîcanê, biryar dane ku bernameya mîhrîcanê betal bikin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran jî, êrişa ku li Duhokê hatibû kirin û bûbû sedema kuştina sivîlan bi tundî şermezar kir û bal kişand ku polîtîkayên ewlekarî û şer, ji tu kesî re tiştekî baş peyda nake.

Ayşe Acar Başaran diyar kir: “Bi dehan hunermendên ku xwestin bi zimanê xwe, bi Kurdî hunera xwe û sitranên xwe bibêjin û bikar bînin, konserên wan hatin qedexe kirin û li wan tundî hatin kirin. Em dibêjin ku emê bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe sitranan jî bibêjin û bi zimanê xwe xwedî li çand û dîroka xwe derbikevin.”

Endamê Lijneya Amadekar ê Mîhrîcana Dêrsimê Alî Mukan bal kişand ku 20 sal e li Dêrsimê mîhrîcan tên lidarxistin û armanca mîhrîcanê jî ew e ku civaka me bi çalakiyên xwe li xweza, çand, huner û dîroka xwe xwedî derbikeve. Loma jî nexwestin ku bi naverokeke vala mîhrîcan lidar bixin.

Alî Mukan ji K24ê re ragihand: “Me xwest ku em bi hêjayî pêşwaziya mêvan û welatiyên ku werin mîhrîcanê bikin û dewlet jî mazûvaniya wan bike. Lê niha dewletê ji bo mêvanên festivalê cîh neda, ciyê mayîn û razanan û stadyumê neda. Rê neda ku bi welatî bi kêf û xweşî werin, nehiştin ku hunermend werin nav bajêr. Em jî dibêjin ku dewlet destwerdanan bike û astengiyan deyne jî emê, li civaka xwe, li sitranên xwe, li çand û dîroka xwe her tim xwedî derbikevin.”

Nivîskarê lêkolîner Cemal Taş jî anî ziman ku dewlet û deshilatdariya Tirkiyê dixwaze, yekpersetiya xwe li ser Dêrsimê jî bisepîne, lê Dêrsim ciyê pêkvejiyana rengên cuda ye û li dijî wan polîtîkayan e. Loma jî şahî û çalakiyên xwe jî li ku bike jî li gor çanda xwe dike.

Cemal Taş ji K24ê re diyar kir: “Em jiyana xwe, baweriyên xwe, kar û xebatên xwe û hemû bizavên xwe wek xwe dikin û li wan xwedî derdikevin. Ew jî çi dikin bila bikin.” 

Fly Erbil Advertisment