Li Efrînê 5 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên Çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên sivîl ji gundekî navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê “Lîwa El-Weqas” duhî 6ê Tebaxê 5 kes ji gundê Hêkiçê yê ser bi Cindirêsê ve revandin.

Kesên hatine revandin, Mihemed Ednan Dîb, Ehmed Betal Îbrahîm, Mihemed Tamir, Murad Qaziqlî Dalo û Cemîl Zekî Tane ne.

Wî jêderî da zanîn, kesên hatine revandin ji bo zîndana gundê Merwaniyê hatin birin û hatin eşkencekirin. 

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.