Leşkerekî Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerekî din ê Tirk li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerî Tirkiyê yê bi navê Xelîl Koç ku roja 3ê vê mehê di teqîna bombeyeke PKKê de birîndar bûbû û ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin, canê xwe ji dest da.
Ev di demekê de ye, berî 3 rojan jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerî xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihandibû.
Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsana 2022an ve dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Pence-Kilîtê” li navçeyên Zap û Avaşîn û Basyanê yên Başûrê Kurdistanê kiriye.