Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Amerîka û Ewropa guh nadin daxwazên me
Bozdag: Li Tirkiyê 315 hezar girtî hene lê Ewropa û Amerîka tenê behsa Demîrtaş û Kavala dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê da xuyakirin, li Tirkiyê heşt milyon dosye û 315 hezar girtî hene, lê Ewropa û Amerîka tenê behsa dozên Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala dikin û rexne li Tirkiyê digirin. Da zanîn, heta niha ji Ewropa û Amerîkayê daxwaza radestkirina 1130 kesan kirine, lê tenê 4 bersivên erênî hatine dayîn, 520 daxwaz hatine redkirin û yên din jî bê bersiv in.
Pirsgirêkên dad û dadgehên Tirkiyê bi cîhanê re, di konferansa balyozan ya Tirkiyê de wek mijareke girîng hat gengeşekirin. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê da xuyakirin, Ewropa û Amerîka zêdetir li ser dozên siyasî yên Tirkiyê radiwestin, behsa çend dozan dikin ku ew jî yên Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala ne.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag got: “Hin doz hene ji derve jî tên şopandin. Wezîrê Derve û balyozên me herî zêde bi wan re rûbirû dimînin. Ew tenê behsa du kesan dikin. Min ji wan re got, heşt milyon dosyeyên me hene, li zîndanan 315 hezar girtî hene, çima behsa wan jî nakin û tenê li van du kesan dipirsin.”
Bozdag da xuyakirin, taybet di dosyeyên derbarî PKKê û Cemaeta Gulen de, welatên Ewropa û Amerîka guh nadin wan û diyar kir ku wan ji Ewropa daxwaza radestkirina nêzîkî neh sed kesan kirine, lê tenê 4 bersivên erênî hatine dayîn.
Bozdag got: “Ji sala 2012 heta sala 2022, derbarî dosyeyên terorê de Tirkiyê daxwaza radestkirina 1998 kesan kiriye. Heta niha 735 dosye hatine redkirin û tenê 18 ji wan hatine qebûlkirin. Bersiva zedetirî 1200 dosye jî hê nehatiye dayîn. Ji Welatên Yekîtiya Ewropa 893 daxwazên me hene, ji wan tenê 4 hatine qebûlkirin, 500 hatine redkirin. Ji Amerîka me daxwaza radestkirina 236 kesan kiriye, heta niha 20 red hene û qebûlkirin nîne.”
Bozdag dibêje, Ewropa û Amerîka guh nadin daxwazên Tirkiyê, ew wan diparêzin û Tirkiyê jî tometbar dikin. Yekîtiya Ewropa jî rexneyên tund li Tirkiyê digire ku Dadgeha Mafên Mirov çend car in biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala dide, lê bi sedemên siyasî di zîndanê de tên hîştin.