Kurdistan24 naveroka civîna îro ya aliyên siyasî ya li Serokatiya Herêmê eşkere dike

Îro çarşemê duyem civîna Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve çû.

Hewlêr (K24) – Îro çarşemê duyem civîna Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Serokatiya Herêmê birêve çû.

Civîn li ser mijara hilbijartin û astengiyên li ber wê bû. Li gor zanyariyên Kurdistan24ê di civînê de hevtêgihîştin di navbera aliyên siyasî de hebûye û di çend xalan de nêzîkbûna aliyan heye.

Li gor zanyariyên K24ê, sîstema hilbijartinê ji bo pêkhateyan bi yek bazneyî bimîne, lê belê tenê di dengdana giştî de beşdar bin û dengdana taybet li xwe negire, lê belê li ser vê mijarê biryara dawî nehat dayîn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan were aktîvkirin.

Li ser sîstema hilbijartinan, jêderê K24ê diyar kir, di civînê de nêrînek hatiye pêşkêşkirin ku ji sedî pênciyê kursiyên parlamentoyê firebazne be û ji sedî pêncî jî yekbazne be.

Biryar e di destpêka meha Îlonê de civîneke din jî were encamdan û biryara dawî li ser van pêşniyaran were dayîn.

Biryar e di destpêka meha Îlonê de civîneke din jî were encamdan û biryara dawî li ser van pêşniyaran were dayîn.