Brîtanya hişyariyê dide welatiyên xwe: Eger ne pêwîst be neçin Tirkiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Brîtanya hişyariyê dide welatiyên xwe yên dixwazin serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin û daxwaz ji wan kir, xwe ji cihên qerebalix dûr bixin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanya de tê gotin, ew pêşniyar nakin ti welatiyekî wan serdana Dêrsim, Diyarbekir, Kilîs û Hatayê bikin.
Her wiha daxwaz ji welatiyên xwe kir jî, eger neçarî nebe, serdana Şirnex, Colemêrgê û herêmên ku 10 k.m dûrî sînorê Sûriyê ne, nekin.
Brîtanya radigihîne egera wê yekê heye li Tirkiyê êrişên komên terorîst bên kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanya de tê gotin, tevî rewşa Tirkiyê niha aramtir e, lê hîn jî bandora derbeya 2016an berdewam dike.