Baroya Diyarbekirê derbarê Umît Ozdag de ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû gilî tomar kir
Baroya Diyarbekirê eşkere kir, li dijî Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû, gilî hatiye tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Baroya Diyarbekirê eşkere kir, li dijî Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû, gilî hatiye tomarkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag 14ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê heqaret li Rêberê Kurd Şehîd Şêx Seîd kiribû.
Baroya Diyarbekirê îro sêşemê 16ê Tebaxa 2022yan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, baroyê ji ber heqaretên li Rêberê Kurd Şêx Seîd, derbarê Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag de gilî tomar kiriye.
Baroya Diyarbekirê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ji ber parvekirina serokê partiyeke siyasî li ser torên civakî ku heqaret li bîranîna Şêx Seîd dike, bi Komeleya Şêx Seîd re li gorî xala 130emîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyê li dijî wî serlêdana sûcê hat kirin.”
Bir siyasi parti liderinin sosyal medya hesaplarından Şeyh Said’in hatırasına hakaret içerikli paylaşımları nedeniyle; Şeyh Said Derneği ile birlikte hakkında TCK 130. madde kapsamında suç duyurusunda bulunulmuş.https://t.co/mG5m7iyXYx
— Diyarbakır Barosu (@Diyarbakirbaro) August 16, 2022