Encûmena Wezîran çend pirsên giring gotûbêj dike

Encamên serdana şanda leşkerî ya Kurdistanê bo Brîtanya û Amerîka ji pirsên civîna Encûmena Wezîran e

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 17ê Tebaxa 2022an, civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

Li gorî Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de ev babetên li jêr tên gotûbêjkirin:

- Pêşkêşkirina encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja 23ê Tîrmeha 2022an de bo Bexdayê û civîna wê ligel Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê û Serokê Encûmena Nûneran.

- Pêşkêşkirina kurteya serdana Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan bo welatê Ermînyayê.

- Pêşkêşkirina kurteya serdana şanda leşkerî ya Herêmê bo Brîtanya û Amerîka.

- Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê daxwazên nerewa yên Wezareta Petrola Iraqa Federal li hember Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompanyayên navdewletî yên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de.

- Pêşkêşkirina raporta Wezîrê Şarewanî û Geştûguzar derbarê rewşa xizmetguzariya dabînkirina ava pak ji welatan re.

- Pêşkêşkirina çend pêşniyarên taybet bi cibicîkirina babeta xaneşînên pileyên taybet û pileyên bilind di yasaya çaksaziyê ya hejmar (2) sala 2020.