HDP: Êrîşên Tirkiyê bi armanca koçberkirina Kurdan tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP êrişên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê bi tundî rexne dike û dibêje, êrîş bi armanca koçberkirina Kurdan tên kirin.

Desteya Rêveberiya Navendiya HDPê, derbarî êrişên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, êrişên li Sûriye û Iraqê, DAIŞê bihêz dikin.

Desteya Rêveberî balê dikşîne li ser dema êrişan ku piştî lutkeyên Tehran û Sochî zêdetir bûne û da zanîn, armanca êrişan, valakirina navçeyê û derbederkirina Kurdan e.

HDP bang li opozîsyona Tirkiyê dike ku dijî şer û dagîrkeriyê rawestin û bêdengiya raya giştî ya navdewletî jî wek şermeke mezin bi nav dike. Ji welatên garantor dixwaz kir jî, li dijî êrişên Tirkiyê bi rola xwe rabin.

Di dema dawî de jî êrîşên Tirkiyê bi riya topbarankirin û dronan li ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bakurê rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola HSDê zêde bûne û hejmarek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin, di nav de zarok jî hene.